Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 17:10

Duyemîn civîna civata wezîran hat lidar xisitn

komîteya wenêrînê vê dest bi karên xwe bike
کوردستان TV
100%

Şîretên pêwîst bo cîhbicîh kirina biryarên civîna yekem hatin dayîn.

Komîteyên hevbeş li gel Bexdayê di demeke nêz de dest bi kar dkin.

Bidest xistina zaniyarî û belgenameyên pêwîst bi rêya malpera www.gov.krd

Roja duşemê 22ê Tîrmehê civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya dudiyan li dar xist.

Di civînê de civata wezîran bi tundî bûyera terorîstî ya êrîş kirine ser restoraneteke Hewlêrê şermezar kir û destxweşî li dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê kir ku karîn di demeke kurt de bikerê vê êrîşî binçav bikin. Civata wezîran herwiha hevxemiya xwe jî bo kesûkarên qurbaniyên bûyerê anî ziman.

Di berdewamiya civîna han de giftûgo li ser şîret û çawetiya cîhbicîh kirina biryarên yekemîn civîna civata wezîran hate kirin û wezîrên nava kabîneyê her yek nêrîn û têbîniyên xwe anîn ziman.

Her di heman civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî, tevahiya wezîran pîwerdar kir daku bi baştirîn awayî li hember welatiyan nizîkatî were kirin, di dema cîhbicîh kirina karên welatiyan de cudatî nekin. Herwiha biryara tevahiya wezaretan şîretên taybet bo çawetiya cîhbicîhkirina biryarên civîna yekem û biryarên din yên civata wezîran amade bikin. Her di heman civînê de komîteya hemahengî kirin û wenêrînê jî hate pîwerdarkirin daku wenêrînê bo cîhbicîh kirina biryarên heyî bike.

Di beşeke din ya vê civîna han de Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê kir û anî ziman ku di serdana han de bi awayekî berfire zaniyariyên pêwîst  yên derbarê mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ji rayedarên Îraqê re hatine pêşkêşkirin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku vê di demeke nêz de komîteyên hevbeş dest bi giftûgoyên xwe yên bo çareser kirina kêşeyên heyî bikin.

Di dawiya civînê de nîqaş li ser girîngîdan bi dîcîtalîzekirina karûbarên hikûmeta Kurdistanê hate kirin û hate gotin ku niha malpera fermî ya hikûmeta Kurdistanê weke malpereke yekgirtî ya tevahiya wezaretan, bi awayekî pisporane hatiye vekirin û vê di pêşerojê de bi rêya malpera han, zaniyarî, belge û xizmetgozariyên pêwîst pêşkêşî xelkê Kurdistanê werin kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.