Piştî ku çapemenî û dezgehên nêzî cîhadiyên Îdlibê belav kirin ku di encama êrîşa balefirên Rûsî û Sûrî bo ser Îdlibê hijmareke sivîl hatine kuştin, Rûsya daxuyanî da.
Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Rûsyeyê, artêşa Rûsyeyê roja yekşemê ti êrîşek bo ser Îdlibê pêk neaniye û ev balefirên ku Îdlib bordiman kirine ne balefirên Rûsî ne.
Aloziyên heyî yên li Îdlibê her diçe kûrtir dibin û tê gotin ku hijmareke zêde xelkê medenî jî ji vê bajarê koçber bûye.
Rêkeftina ku li Astanayê di navbera Tirkiye û Rûsyeyê li ser Îdlibê hatibû îmzekirin, li gor Rûsyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve nahatiye cîhbicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin