Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 17:17

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Boris Johnson kir

hêviya serkeftinê jê re xwestiye
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Boris Johnson kir ku weke serokê nû yê Partiya Muhafizekar hat hathilbijartin û bi vê yekê, ew dibe serokwezîrê nû yê Brîtanyayê.

Malpera fermî ya Serokê Herêma Kurdistanê aşkere kiriye Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi nameyekê pîrozbahiyê li Boris Johnson kir ku wek Serokê Partiya Muhafizekar hat hathilbijartin û di karê wî yê nû de hêviya serkevtinê jê re xwest.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe dibêje: “Pîrozbahiya germ arasteyê te dikim bi boneya hilbijartina wek serokê Partiya Muhafizekar. Gumana min nîne ku ezmûn û serkerdetiya we dê bo pêşeroja Brîtanyayê gelek girîng û sûdmend bibe.”

Barzanî gotiye, Herêma Kurdistanê şanaziyê bi peywendiyên ligel Brîtanyayê dike û wiha pê de diçe: “Hêvîdarim li jêr serkirdetiya we weke Serokê Partiya Muhafizakaran û Serokwezîrê Brîtanyayê peywendiyên me zêdetir pêşbikevin.”

Herwiha di dawiya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî rola berbiçav a Brîtanyayê di piştgirî û alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê di şerê li dijî terorê de gelek girîng dinerxîne û dibêje: “Li jêr serkirdetiya we, herêma me hêviya berdewamiya wê piştevaniya Brîtanyayê bo vê herêma girîng a Rojhilata Navîn dixwaze.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.