Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 17:17

Di du êrîşên cuda da 10 welatî canê xwe ji dest dan

piraniya wan endamên malbetekê ne
کوردستان TV
100%

Duh bi şev çekdarên DIŞIê gundê Zendî Mela Yûsif yê Daqûqê dabûn ber topên hawanan. Di encama wê êrişê de 4 endamên malbatekê birîndar bibûn.

Li heman wextî û li heman deverê jî, hêzên Iraqî êrişî otomobîlekê kiribûn, di encama wê êrişê de 7 kes hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bibûn, hemû endamên malbatekê bûn.

 Di dema veguhestina birîndaran bo nexweşxaneya Daqûqê, di navbera polîsên bajêr û polîsên federal yên Iraqê de şer derketibû, di wî şerî de efserek bi navê Mihemed Qasim hatibû kuştin.

Li aliyekî din, 2 birîndar jî li nexweşxanê can dabûn. Bi vî rengî 10 kes di êrişên duhî de hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.