Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 17:11

Mîrê nû yê êzîdiyan dest bi karê xwe kir

beriya çend rojan weke Mîr hatibû hilbijartin
کوردستان TV
100%

Mîrê nû yê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg sond xwar û bi fermî dest bi mîratiyê kir.

Îro danê sibê li perestgeha Laliş, mîrê nû yê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, kuçend roj berê ji aliyê Encumena Ruhanî ya Êzîdiyan ve wek mîrê nû hatibû destnîşankirin, di merasimeka fermî de sûnd xwar û dest bi mîratiyê kir.

Mîr Hazim behsa koçberên êzîdî jî kir û ragihand, ewê bi alîkariya hikûmetên Kurdistan û Iraqê Şingalê avedan bikin û hewl bidin koçberên êzîdî vegerînin ser cih û warê wan.

Mîrê nû yê êzîdiyan spasiya Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî kir ku piştevaniya wî û êzîdiyan kirine.

Mîr Hazim Tehsîn Beg spasiya hêzên Pêşmerge û çekdarên êzîdî jî kir ku çiyayê Şingalê û Laliş parastine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.