Li Çiyayê Bagokê yê sînorê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê şewat derket. Agir bandor li 6 gundên Suryaniyan kir û berî bigihe boriya petrolê û zeviya petrolê ya Botaşê, ji aliyê tîmên berevaniya şaristaniyê ve hat kontrolkirin.
Êvara roja Yekşemê li Çiyayê Bagokê navçeya navbera bajarokên Midyad û Nisêbînê yên Mêrdînê de, ji ber sedemeke nehat zanîn şewatek derket. Ji ber bayê xurt di demeke kurt de agir gur bû û gehişte gundê Kefrê ku gundekî Suryaniyan e.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin