Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Sri Lankayê yê li Bexdayê Niranjan Ranasinghe kir.
Di civînê de balyozê Sri Lankayê pîrozbayî li Serokwezîrê Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê bo vî û kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê xwest.
Niranjan Ranasinghe behsa girîngiya berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Sri Lankayê kir û anî ziman ku hêlbirênerên Sri Lankî kêfxweşin ku li Kurdistanê kar dikin û vê di pêşerojeke nêz de pêşengeheke berhemên Sri Lankî li Hewlêrê were vekirin.
Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya şanda mêwan kir û balkêşande ser vê yekê ku Hikûmeta Kurdistanê gelek girîngî bi pirreng kirina çavkaniyên dahat û abûriya Kurdistanê dide û vê girîngiyeke zêde jî bi kerta çandiniyê bide û derfeteke baş jî bo hêlbirênerên biyanî li Kurdistanê de were afirandin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin