Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 19:30

Artêşa Îranê çiyayê Kosalanê topbaran kir

di encama topbaranê de agir bi daristanên deverê ketiye
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên herêmî jî Hewramanê duhê û pêrê artêşa Îranê bi tundî çiyayê Kosalanê û bilindahiyên Awêyerê topbaran kiriye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku topbaran du rojan dom kiriye û derbarê zirar û ziyanên canî yên vê topbaranê de hîn jî ti zaniyarî nehatine bidest xistin lêbelê di encama topbarana han de zirarên madî gelek zêde bi zozanên Kosalan û Awêyerê ketine û jiber topbaranê agireke mezin bi daristanên deverê ketiye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.