Cîhadiyan li Bilbilê bi dehan sivîlên din revandin

beriya sê rojan 5 kesên din jî revandibûn
کوردستان TV
100%

cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li navçeya Bilbilê ya Efrînê bi dehan sivîl revandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane anhayê çeteyên artêşa Tirkiye û cîhadiyên wê duhê li gundê Alî Kera yê navçeya Bilbilê bi dehan kes revandin.  Ji kesên hatine revandin navê 6 kesan wiha ne: Mesûd Abdulrehman Hisên, Xelîl Abdulrehman Hisên, Mihemed Xelîl Hisên, Mihemed Adnan Mihemed, Mihemed Reşîd Hisên û Cemîl Seyid Mihemed.

Hate diyarkirin ku çeteyan li gundê Abidana yê navçeya Bilbilê 3 welatiyên sivîl revandine û du kesan hatin naskirin; navên Ebdo Elî Îbrahîm û Xelîl Yaqûb Mamo.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.