Çalakiyên şêniyên deverên ser sînor didomin

dibêjin Tirkiye dixwaze rewşa deverê têk bibe
کوردستان TV
100%

Ev zêdetir ji 14 rojane ku şêniyên gundevarên derdorê Kobanê û Girê Spî bo şermezar kirina gefên Tirkiyeyê yên bo êrîş kirine ser Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiya mertaltiyê li ser sînor kirine.

Şêniyên çalakvan behsa vê yekê dikin ku ev çalakiyên xwe yên bo pêşî girtin ji şer û êrîşên Tirkiyeyê didomînin û bi ti awayî dev ji çalakiyên xwe bernadin.

Şêniyên wan gundevaran behsa vê yekê dikin ku niha jiyana wan başe û ev naxwazên dîsa jiyana wan têk biçe û cîhadiyên Tirkiyeyê werin ser mal û warên wan jiber vê yekê niha xwe li hember êrîş û gefên Tirkiyeyê li ser sînor kirine mertal.

Çalakvan behsa vê yekê dikin ku êrîş û operasiyonên Tirkiye û cîhadiyan bo ser wan herêman dibin sedema wêran kirina wan deveran û herwiha derfetê didin terorîstên DIŞIê daku dubare xwe li deverê de bi tevger bikin.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.