Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 19:30

Gundê Pîrozane hate bordiman kirin

dibêjin du tirimbîlên endamên pkkê hatine jinavibirin
کوردستان TV
100%

Îr danê sibê bo cara yekem balefirên şer yên artêşa Tirkiyeyê gundê Pîrozane ya ser bi Amêdiyê ve bordiman kirin.

Li gor jêderên ji Amêdiyê, bordiman di seat 1 piştî nîvroyê ji aliyê sê balefiran ve hatiye pêkanîn û di encam de du tirimbîl ku tê gotin tirimbîlên endamên PKKê ne hatine têkbirin.

Şahêdên bûyerê dibêjin yek ji wan tirimbîlan hatiye şewitandin, yeke din jî bi temamî hatiye têkbirin.

Weke tê zanîn ku balefirên artêşa Tirkiyeyê bi awayekî rojane deverên sînorî bordiman dikin û heta niha zirarên gelek mezin yên canî û madî jî ber şêniyên deverê ketine.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.