Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 19:29

Li gorên bi komî de çend tiştên jin û zarokan hatin dîtin

piraniya enfalkiriyan jin û zarokin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya prosesa vekirina gorên bikomî yên Kurdan yên ku li Parêzgeha Semawe ya Îraqê de hatibûn dîtin, hinek tiştên taybet bi jin û zarokên Kurdan hatin dîtin.

Di nava gorê de milewana jineke Kurd yaku çend parçe zêr bi zincîrê ve hatine girêdan û çend çift pilawên zarokên biçûk jî hatine dîtin.

Ev welatiyên Kurd di dema rejîma dîktator ya Baesê de hatine enfalkirin û di nava wan gorên bikomî yên li Semaweyê de hatine veşartin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.