Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 19:29

Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Çileyê Havînê li kurdên êzidî pîroz kir

dibêje bi rêzdarî qurbaniyên karesatan bibîr tînin
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Cejna Çileyê Havînê peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahîyê de Cejna Çileyê Havînê li kurdên êzidî  pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê Cejna Çileyê Havînê ya êzidiyan pîroz kir. Barzanî di peyama xwe da wiha got; “Bi germî li rêzdaran mîrê êzidiyan û meclîsa rûhanî û hemû xwişk û birayên êzdî yên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejn bi xêr û şadî ji bo hemû êzidiyan û Kurdistanê bi giştî vegerê.”

Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje ew bi rêz û rûmet qurbaniyên karesatên hatine serê kurdan êzidî bibîr tînin.

Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Hêvîdar im cejn û bîrhatinên bên di rewşeke baştir de bin û hemû xwuşk û birayên me yên êzidî vegeriyabin li war û cihên xwe yên avakirî û herwiha wenda û revandî jî azad bibin. Careka din cejna Çileyê Havînê li hemû xwişk birayên êzidî pîroz be.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.