Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 19:30

Balefirên Tirkiyeyê derdorê Amêdiyê bordiman kirin

heta dema amade kirina vê nûçeyê topbaran dom dikir
کوردستان TV
100%

Balefirên şer ên Tirkiyê îro Çarşemê careke din dest bi bombebarankirina sînorê qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê kirin.

Jêderên ji deverê diyar kirin ku balefirên Tirkiyê gundê Belavê li devera Nihêlê ya ser bi bajarokê Dêrelûkê ve bombebaran kirine.

Li gor zaniyariyan bombebarana derdora gundê Belavê heta niha jî didome.

 Bajarokê Dêrelûkê ser bi qezaya Amêdiyê ve ye.

 Ev yek di demekî de ye ku balefirên şer ên Tirkiyê duh Sêşemê jî gundê Pîrozane yê girêdayî Amêdiyê bombebaran kiribûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.