Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 19:30

Serokwezîr li gel şandeke leşkerî ya Amerîkî civiya

behsa metirsiyên terorê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Amerîkî bi Serokatiya General Gregory Kreuder kir.

Di civînê de rewşa dawî ya ewlekarî ya deverên curbicur yên Îraqê hate nirxandin û tekez li ser kara kirina bilez ya mekanîzma hemahengiya hevbeş ya di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin.

Şanda mêwan ev yek dubare kir ku li ser hevkarî û hemahengî kirin li gel hêzên pêşmerge bo ser xistina prosesa reforman di nava yekeyên pêşmerge de berdewam dibin.

Di berdewamiya civîna han de Serokwzîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî spasiya hevkariyên hikûmeta Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge kir û behsa vê yekê kir ku jiber nebûna aramiyê li hin deverên Îraqê şaneyên razayî yên DIŞIê dest bi lêv û tevgerên xwe kirine û got: Hîn jî DIŞIê metirsiye bo ser asayîşa deverê.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku bo nehêştina gefên terorîstan lazime sedemên serhildana tundûtîj werin jinavbirin û ev yek jî bi tenê bi rêya çepandina bingehên yeksanî û dadwerî û hevûdu qebûl kirinê tê cîhbicîhkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.