Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 19:30

Duhê li Barzanî bi merasîmeke bi heybet Enfalkirî hatin bîranîn

duhê 36mîn salvegera enfalê bû
کوردستان TV
100%

Duhê 36mîn salvegera enfal kirina 8 hezar Barzaniyan bû û bo vê yekê li ser goristana enfalkiriyan ya li Barzanê merasimeke bi heybet hate organîzekirin.

Di merasima han de Serokê herêmê, Serokwezîr, Serokê parlementoya Kurdistanê, Serokê parlementoya Îraqê, hijmareke wezîrê her du hikûmetên Kurdistanê û Îraqê, çend Konsulus û nunerên welatiyên biyanî yên li Hewlêrê û herwiha kesûkarên enfalkiriyan amadebûn.

Merasîm bi deqeyek rawestan bo rêz girtin ji şehîdan û xwendina sirûda nîştimanî ya ey reqîb destpê kir.

Piştî re beşdarbûyan deste gola xwe ya rêzdariyê danîn û çend peyv û gotar hatin pêşkêşkirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime kesûkarên enfalkiriyan werin qerebûkirin û ev komkujiya han jî li ser asta navnetewî were nasandin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.