Piştî zêdebûna bombebarankirina navçeyên sînorî û her wiha gundên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, hejmareke zêde ya gundan vala bûne û xelk neçar maye ku berê xwe bide bajaran.
Li devera Berwarî Bala jî, metirsiya li ser can û malê xelkê, bûye sedem ku bi sedan malbat gundên xwe vala bikin.
Li gundê Tirwaniş ê devera Berwarî Bala jî ku berê nêzîkî hezar mal lê diman, niha tenê çend mal mane. Xelkê wî gundî dibêje, ew nikarin çend metreyan jî ji gundê xwe dûr bikevin û vê yekê jî wiha kiriye ku ne dikarin karê xwe yê rojane bikin û ne jî bi dilekî rehet razên.
Bi sedema berdewamî û zêdebuna bordumanan devera berwarî bala di ev saleda zîdetir ji sedî 50 ji akinciyan wê deverê gundên xwe terk kirine.
Li gundê Tirwaniş ê devera Berwarî Balayê zêdetrî hezar malan hene, lê ji ber berdewamiya êrişên firokeyên şer ên Tirkiyê neçar bûne gundê xwe vala bikin.
Gundê Dûrê ku piraniya akinciyên wê Krîstyan in, ji 40 malên vî gundî nêzîkî 20 malan hatîne valakirin û yên mane jî dibe ku di zûtirîn dem de malên xwe vala bikin ji ber şerê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de.
Li herêma sinorî 25 gundên Krîstyanan hene heta niha zêdetrî 10 ji wan hatîne valakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin