Serok Barzanî bi minasebeta salvegera Genocide kirina Êzidiyan peyamek weşand.
Îro Serok Barzanî bi minasebeta salvegera êrîşên terorîstên DIŞIê û komkujiya Êzidiyan ji aliyê terorîstên DIŞIê ve peyamek weşand ku ev jî tekesta vê ye;
Roja 3ê Tebaxê, bîranîna karesatekî dilhejîn dikin. Ew karesata terorîstên DIŞIê li ser xelkê Şingalê anî, li gor hemû pêveran Genocide û pêwîste li navxwe û derve hewldanên xwe zêde bikin ji bo bi Genocide nasandina wê karesatê û dîtin û vegerandina revandiyan.
Herwiha lazime her dû Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda bigihin rêyekî hevbeş ji bo avadankirina Şingalê û îdareya Şingalê di dest xelkê bajar da bê.
Karesata Şingalê dirêjiya karesatên dine ku li ser gelê me da hatine û gelê me her bi zîndî maye. Carekî din tekez dikin ku xuşk û birayên Êzidî beşekî veneqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne û bi hemû awayekî piştevaniya wan dikin.
Di salvegera karesata Şingalê da, silav ji bo giyanê pakê şehîdên wê karesatê û wan Pêşmergeyên qehremanên bi navê bergirîkirin û azadkirina Şingalê da giyanê xwe gorî kirin.
Mesûd Barzanî
03.08.2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin