Îro li Dihukê bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîmek bi minasebeta 5 saliya komkujiya Şingalê ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hate organîzekirin.
Di mersima han de yaku hijmareke zêde êzidî û Kurdistaniyên din û nunerê NY yê li Îraqê û çend nunerên welatên biyanî jî têde beşdar bûn, çend peyv û gotar hatin pêşkêşkirin û behsa genocide êzidiyan hate kirin û daxwaz hate kirin daku bikerên vê tawana han werin darizandin û kesûkarên qurbaniyan jî werin qerebûkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin