Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê kuştina kolberan ji aliyê rejîma Îranê ve didome.
Jêder behsa vê yekê dikin ku di nava 3 rojan de( çarşem, pêncşem û înê) li sînorên Pîranşar, Merîwan, Serdeşt û Mehabadê 6 kolberên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û çend kolberên din jî birîndar bûne.
Weke tê zanîn ev çand care ku hikûmet dibêje bazirganiya ser sînor azade lêbelê hêzên rejîmê guhê bi vê biryarê nadin û rojane kolberan dikujin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin