Ev çend roje ku balefir û kopterên ser bi artêşa Tirkiyeyê bi tundî deverên sînorî yên Kurdistanî bi taybetî devera Sîdekanê bordiman dikin.
Herwiha hate zanîn ku di çarçoveya bordimanên han de, duhê bi şev balefir û kopterên artêşa Tirkiyeyê bi tundî devera Xakûrik û deşta Hêrtê bordiman kirine.
Jêderên ji herêmê behsa vê yekê kirin ku Xakûrik, çiyayê Şekîf, Lolan, Gewra Kawereşik û çiyayê Zirarav bi tundî bordiman kirine.
Bordimanên han ti zirarên canî li pey xwe nehêştine lêbelê zirarên mezin gehandine jîngeha wan deveran.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin