Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 23:33

Akp dîsa dest danî ser şaredariyên Kurdan

akp dîsa îradeya dengderên Kurd tune hesband
کوردستان TV
100%

Piştî çar meh ji hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyeyê, îro danê sibê hikûmeta AKPê bi fermana Erdogan, dest danî ser sê şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Vanê.

Akp bi hinceta ku ev şaredariyên han hevkariya pkkê dikin, îro danê sibê qeyûm bo wan şaredariyan diyar kiriye û dîsa bi darê zorê ev şaredariyên han xiste destê xwe.

Beriya hilbijartinên şaredariyan jî akp heman tişt kiribû lêbelê di hilbijartinan de xelk deng bi kandîdên akpê nedabû.

Herwiha erdogan jî beriya hilbijartinan çend caran gef kiribû ku eger deng bi kandîdên akpê neden vê dîsa dest deyne ser şaredariyan.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.