Li gor jêderên ji Sûriyeyê êrîşên artêşa Sûriyeyê yên ku bi piştîvaniya hêzên asmanî yên Rûsyeyê li dijî cîhadiyan li Idlib û derdorê tên encamdan, hêzên rejîmê karîne pêşrewiyeke gelek baş ber bi Idlibê ve bikin.
Di vê derbarê de navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR jî tê nasîn belav kir ku duhê hêzên ser bi rejîma Sûriyeyê karîne beşeke mezin ji bajarokê Xanê Şêxûnê kontrol bikin û cîhadiyên li vê bajarokê jî ji bajarokê ber bi Bakûr ve reviyane.
Beriya du rojan jî artêşa Sûriyeyê karwaneke leşkerî ya Tirkiyeyê ku dixwest bo gehandina hevkariyan bo cîhadiyan derbasî Xan Şêxûnê bibe bordiman kiribû û niha ev karwana leşkerî û navendeke din ya leşkerî ya Tirkiyeyê ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin