Îro Serok Barzanî li gel endamên saziya Neviyên Îlonê civiya.
Di civînê de Serok Barzanî spasiya şanda mêwan kir li hember kar û çalakiyên ku lidar xistine.
Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku kar û çalakiyên we yên bo parastin û nûjen kirina cêyên dîrokî yên şoreşa Îlonê gelek girîng e lewre ez spasiya we dikim û hêviya serkeftinê bo we dixwazim.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî tekezî li ser parastina destkeftên heyî kir û anî ziman ku lazime nirx û buhayên gelê me hertim bi zindî werin hêştin û erkê tevahiya me ye ku li dijî wan hewldanan rawestîn ku dixwazên çanda bihevre jiyanê li Kurdistanê de lawaz bikin û bêrêzî bi serweriyên gelê Kurdistanê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin