Qamîqamiya Hewlêrê belav kir ku piştî pişkinîn û wenêrînên teknîkî yên tîmên taybet li Hewlêrê 7 kargehên bestina sîstema gaza tirimbîlan (L.P.G) hatin daxistin.
Li gor daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di encama lêkolînan de derketiye ku ev 7 kargehên han ne xudan merc û rêçikên destûrî û standardin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye gotin ku tîmên taybet berdewam dibin li ser karên xwe bo parastina selematiya welatiyan û ev kargehên bi vê rengî yên ku mercên standard di wan de nebin tên daxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin