Li Kerkûkê komek terorîstên DIŞIê hatin girtin ku xwe wek koçber nîşan dabûn û derbasî Kerkûkê bibûn.
Fermandeyê operasyonên artêşa Iraqê li Kerkûkê, Seid Herbiye ragihandiye, duhî li kampa Nezare ya koçberên Iraqî, ku dikeve rojhilatê bajarê Kerkûkê, 8 terorîstên DIŞIê hatin girtin.
Wî fermandeyê Iraqî daye zanîn, ew terorîstên DIŞIê piştî ku DIŞI li Mûsil û Hewîcê şikest, xwe di nav koçberan de veşartibûn û derbasî Kerkûkê bibûn.
Li Kerkûkê heft kampên koçberan hene; Leylan-1, Leylan-2, Leylan-3, Daqûq, Yehyawe, Nezare û Bawe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin