Erbil 38°C Saturday 21 Jun 20:53

5 partiyên siyasî Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava ragihand

daxwaza bihêztir kirina yekîtiya hêzên kurdî dike
کوردستان TV
100%

5 partiyên siyasî yên kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê ‘Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava’ hevgirtina xwe diyar kir.

Yekitiyê banga xurtkirina piştgiriya YPJ/YPG`ê ji bo parastina herêmê û parastina destkeftiyên siyasî û leşkerî yên Rojava kir.

Duhê li bajarê Qamişlo 5 partiyên siyasî yên kurdî; Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Azad, Partiya Têkoşîna Demokratîk, Partiya Gelêrî ya Kurdistanê û koma kesên serbixwe avakirina Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava bi civîneke çapemeniyê ragihand. Kongre li Salona Selam a bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan endamên partiyên navborî li dar ket.

Di kongreyê de berdevkê Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava Abdulkerîm Siko axivî û îşaret bi girîngiya hevgirtina partiyên siyasî yên kurdî û yekitiya kurdî ji bi xizmeta gelê Kurd kir.

Abdulkerîm Siko di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Divê em bi hemû şêwazan li hember hemû êrîşên li dijî gelê Kurd li Kurdistanê, bisekinin. Bi taybet gefên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li Rojava. Divê em yekitiya xwe li pişt hêzên xwe yên leşkerî ji YPJ/YPG`ê zêde bikin, da ku em parastina herêm û destkefiyên siyasî û leşkerî ku li Rojava hatine bidestxistin, bikin."

Siko di axaftina xwe diyar kir ku deriyê yekitiyê li pêşiya hemû hêzên siyasî yên kurdî li Bakur û Rojavayê Sûriyê vekirî ye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.