Erbil 38°C Thursday 20 Nov 01:52

Banka Navdewletî piştevaniyê li karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

nûnerê nû yê vê bankê bi Serokwezîrê Kurdistanê da nasîn
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Rêvebirê Herêmî yê Banka Navdewletî Saroc Kumar Jha re civiya û behsa çend pirs û mijaran kirin.

Rêvebirê Herêmî yê banka Navdewletî xweşhaliya xwe bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirî û amaje bi wê kir ku karname û hêlên giştî yên bernameya hikûmetê xwendiye û wê bi karnameyeke nayab dizanin. Ji ber wê Banka Navdewletî piştevaniyê li karnamê dike û xweşhal e bi karkirina bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bo cibicîkirina wê.

Di vî warî de Rêvebirê Herêmî yê Banka Navdewletî ji bilî nasandina nûnerê Banka Navdewletî li Iraqê Remzî Nîman, amaje bi wê jî kir, pisporên Banka Navdewletî amade ne bên Herêma Kurdistanê ji bo hevkariya hikûmetê bikin bi taybet di warê çaksaziya darayî de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Banka Navdewletî kir û got: Xweşhal in bi piştgîriya dezgeheke girîng wek Banka Navdewletî li karnama hikûmetê ku armanca me ya sereke ew e, bi hewl û karînên xwe û piştgîriya dostên me geşeyê bi aboriya Herêma Kurdistanê bidin û berfereh bikin bi awayekî ku tenê pişt bi jêderekî dahat nebestin, bi taybetî girîngiya zêdetir bidin karta keştûkal, pîşesazî û geştûguzariyê û zemîneke baştir ji bo webirhênana biyanî û navxweyî durist bibe, ta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare xizmeta hemû welatiyên Herêma Kurdistanê bê cudahî bike.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.