Di demeke nêzîk de civînên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de dest pê dikin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê, Lîwa Tehsîn Xefacî ragihand, di demeke nêzîk de, dê gotûbêjên di navbera Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge de dest pê bikin, lê heya niha bi fermî dema destpêkirinê nehatiye destnîşankirin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê diyar kir, herdu wezaretan planên xwe pêşkêş kirine, niha amadekariyên teknîkî ji bo bingeheke destpêkirina civînan têne kirin.
Bi gotina Lîwa Tehsîn Xefacî, peywendî û hemahengiya herdu wezaretên Iraqê û Kurdistanê jî berdewam in.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin