Bi minasebeta koça dawî ya Mela Mihemedê Îmamî, kesayetiyê navdarê olî û niştimanperwerê bajarê Seqizê, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata xwedê jêrazî kir.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzên malbata xwedê jêrazî Mamosta Mela Mihemedê Îmamî
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê olî û têkoşer û niştimanperwerê navdarê bajarê Seqizê, Mamosta Mela Mihemedê Îmamî gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn de xwe bi hevbeşê xema we dizanim û serxweşiyê li malbata we ya têkoşer û hemû dostên Mamostayê xwedê jêrazî û xizm û kesukarên we dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Mamosta Mela Mihemed bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Mesûd Barzanî
31.08.2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin