Erbil 38°C Saturday 21 Jun 21:14

CENTCOM: Me li Idlibê êrîşî armancên El Qaîdê kir

di encam de çend berpirsên Elqaîdeyê hatine kuştin
کوردستان TV
100%

 Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), ragihand ku wan êrîşeke esmanî li herêma Idlibê bajaroka Maarat Misrin bi ser armancên El Qaîdê de pêk aniye.

Berdevkê CENTCOMê Earl Brown got: Di vê êrîşê de El Qaîdeya ku ji hemwelatiyên Amerîkayê, şirîkên me û xelkê sivil re gef e kir armanc.”

 Earl Brown, diyar kir ku dê operasyona wan hewlên El Qaîdê yên neramkirina herêmê û karîna wan ya êrîşan lawaz bike û destnîşan kir, bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo terorîstên El Qaîdê bûye herêmeke ewle û û ji win çalakiyên xwe yên terorîstî bi awayekî çalak kordîne dike.

Berdevk Earl Brown got ku dê operasyonên wan li dijî grûbên tundrew ên li Sûriyê berdewam bikin.

Li gorî çavkaniyên medyayî yên herêmê jî di êrîşa CENTCOMê de, biryargeheke rêxistineke girêdayî El Qaîdê bûye armanc û dema êrîşa esmanî bi qasî 40 milîtan li wir bûn.

Herwiha hinek çavkanî jî dibêjin, dema êrîşa Amerîkayê rêberê Heyet Tehrîr Şamê Abu Muhammed el-Culanî jî li biryargehê bûye.

PeyamaKurd

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.