Erbil 38°C Thursday 20 Nov 04:38

Serokwezîrê Kurdistanê li gel Sekreterê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê civiya.

Serokwezîr behsa bernameya sereke ya hikûmetê kiriye
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel Sekreterê giştî yê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd civiya.

Serokwezîrê Kurdistanê derbarê civînê de li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 3ê Îlonê me pêşwaziya Sekreterê giştî yê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd kir.

Di civînê de Mihemed Hecî Mehmûd diyar kir ku xelkê Kurdistanê hêviyeke mezin bi kabîneya nû ya hikûmetê heye û piştîvaniya xwe jî bo pêngavên hikûmetê yên bo geşe pêdana abûriya Kurdistanê diyar kir.

Ji aliyê xwe ve me jî ev yek dubare kirk u lazime hikûmet bêyî cudatî xizmeta welatiyên herêma Kurdistanê bike û di heman demê de lazime welatiyên Kurdistanê jî hevkariya hikûmetê bikin daku bi baştirîn şêwe bernameya hikûmetê were cîhbicîhkirin.

Me eşkere kir ku yek ji karên me yên serekî û pêşîn girîngî dana hikûmetê ye bi kerta çandiniyê û berhemên navxweyî yên Kurdistanê.

Me herwiha behsa giftûgoyên navbera herêma Kurdistan û Bexdayê yên ku di domin û pêşkeftin û jihev fêm kirin heye bo çareser kirina kêşeyên heyî li gorî destûra bingehîn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.