Erbil 38°C Thursday 20 Nov 04:35

Devera Sîdekan bi berdewamî tê topbaran kirin

ji duhê ve ev dever tê topbarankirin
کوردستان TV
100%

Ji duhê ve heta niha balefirên artêşa Tirkiyeyê çend caran devera Sîdekanê bordiman kirine.

Li gor zaniyariyên peyamnêrê Kurdistantvê yê li deverê ji duhê êwarê heta niha balefirên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên pkkê li deverê, çend car ew dever bordiman kirine.

Peyamnêrê me eşkere kir ku vê carê balefirên artêşa Tirkiyeyê gundên derdorê geliya Şêxzade bordiman dikin.

Hate zanîn ku ti zirareke canî ya bordimanê tuneye lêbelê agir bi daristan, bax û rezên gundên deverê ketiye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.