Erbil 38°C Thursday 20 Nov 04:36

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Fransa li Hewlêrê kir

behsa metirsiyên DIŞIê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies kir.

Di hevdîtinê de ku Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Patrice Leroy Cîgirê Konsulusê Giştî yê Fransa amade bûn, Konsulusê giştî yê Fransa li Hewlêr, silavên Serok û Wezîrê Derve yê Fransa bi Serok Barzanî gihandin û kêfxweşiya xwe jî bi hebûna aramiya li Herêma Kurdistanê û destbikarbûna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nîşanda û tekez li ser dostayetiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir.

Herwiha eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku welatê wan bi erênî ve temaşa baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê dike. Her wiha ragihand aramiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Fransa ve girînge û welatê wan dixwaze peywendiyan pêşbixe û li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê de jî berdewam bike.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Serok û Wezîrê Derveyê Fransa kir û hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Fransa li Hewlêrê xwest. Ji bilî balkişandina li ser peywendî û dostayetiya dîrokiya gelê Kurdistanê û gelê Fransa spasî Serok û Hikûmetên Fransayê kir ku li rojên teng de û şerê DIŞIê da palpiştê gelê Kurdistanê bûne û eve jî diyar kir ku di pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan de tu ban û seqfekî tûneye.

Gefa teror û rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li ser asta navçeyê û her wiha rewşa Sûriye çend mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û Serok Barzanî ji bilî derbirîna palpiştiya xwe ya ji bo destpêşxeriya Serok Macron ya li ser Sûriye, dilgiranî û têbîniyên xwe jî yên li ser rewş û paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi şanda mîhvan ragihand.

Di derbarê gefên DIŞIê  û hizra tundiyê de, Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku ew sedemên ku bûne hokarên serhildana DIŞI û hizra tundiyê hê jî nehatine çareser kirin, ji bo wê yekê jî metirsiya bihêzbûna terorê li holê daye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.