Erbil 38°C Saturday 21 Jun 21:05

Pentagon: Danîmarka dê leşkeran bişîne Bakurê Sûriyê

dişîne navçeya aram
کوردستان TV
100%

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku Danîmarka dê leşkeran bişîne bakurê Sûriyê.

Li gor nûçeyeke voayê Berdevikê Pentagonê Jonathan Hoffman bi e-nameyekê ji rojnamevanan re diyar kir ku ew bi biryara Danîmarka kêfxweş in.

Danîmarka yek ji avakerên koalîsyona navneteweyî ya dijî DIŞI’ê ye.

Hoffman bi bîr xist ku ew bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re dijî DIŞI’ê têkoşînê dikin û da zanîn ku biryara Danîmarka nîşan dide ku ew naxwazin rêxistina tundrê jinûve gur bibe.

Li gor daxuyanîya Hoffman, leşkerên Danîmarka dê li rojhilatê bakurê Sûriyê bi cîh bibin û dê bi leşkerên Amerîkî re bixebitin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.