Erbil 38°C Thursday 20 Nov 04:35

Rewşa Kerkûkê ne başe û prosesa bi ereb kirinê didome

dibêje hêzên Îraqî nikarin ewlekariya bajêr biparêzin
کوردستان TV
100%

Wezîrê pêşmerge yê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl di hevpeyvîneke taybet de li gel kanaleke Amerîkî behsa rewşa Kerkûkê kiriye.

Şoreş Îsmaîl behsa vê yekê kiriye ku hêzên pêşmerge bi canfedayî berevanî ji Kerkûk û xelkê Kerkûkê kirine lêbelê niha artêşa Îraqê nikare ewlekariya bajêr û şêniyan biparêze.

Îsmaîl herwiha diyar kiriye ku niha li derdorê Kerkûkê lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê gelek zêde bûne û rojane kiriyarên terorîstî tên kirin.

Nav hatî daye zanîn ku niha rewşa Kerkûkê gelek aloze û rewşa şêniyên Kurd yên li Kerkûkê alzotire jiber ku prosesa bi erebkirinê hîn jî didome û bi awayekî rojane Kurd ji mal û xaniyên xwe tên derkirin û mal û xaniyên wan tên dagîrkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.