Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel firaksyonên Kurdistanî yên perlemana Iraqê û endamên Kurd yên komîteya darayî civiya û guftûgoyê li ser kêşeyên Hewlêr û Bexdayê kirin.
Berdevkê Hikuemta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, ku di civînê de gotûbêj li ser çend mijarên giring yên weke siyaseta Hikuemta Herêma Kurdistanê li ser budceyê û şaysetyên herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di civînê da, siyaseta hikumeta Herêma Kurdistanê li hember pirsgirêkên budce û petrolê yên ligel Bexdayê hat zelalkirin, hevdem behsa li ser budceya Iraqê ya sala 2020an hatiye kirin.
Le kobûnewekeda cêgrî serokwezîran û wezîranî plandanan û darayî herêmî kurdistan beşdar bûn.
Ev civîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlementoya Kurdistanê ligel serokên fraksiyonên Kurdistanî li Parlementoya Iraqê, di demekê de ye, ku pêwîst e di çend heftiyên bê de, hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê projeyasaya budceya xwe bişînin Parlementoya.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin