Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Pilandanîna Iraqê Nûrî Sebah Dilêmî kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa aborî ya Kurdistan û Iraqê hat kirin û hat gotin ku divê şert û zemîneyeka baş bo hatina sermiyana biyanî bo Iraq û Herêma Kurdistanê were afirandin.
Serokê Herêma Kurdistanê û wî wezîrê Iraqî behsa amadekariyên serjimêriya giştî ya Iraqê jî kirin ku biryar e sala 2020 were kirin. Di wî warî de li ser hevkarî û hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê de hat têkestkirin.
Di civînê de li ser bûdceya sala 2020 ya Iraqê û deverên ku ji ber şerê terorê bi taybet parêzgeha Nînowayê, hat axaftin û hat gotin ku divê di amadekirina bûdcê de rewşa wan deveran li ber çav bên girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin