Erbil 38°C Thursday 20 Nov 09:40

Sê gundên devera Qesrê hatin bordiman kirin

zirarên gelek mezin ber deverê ketine
کوردستان TV
100%

Direngiya şeva derbasbûyî balefirên şer yên Tirkiyeyê weke her car bi hinceta hebûna navendên gerîlayên PKKê sê gund û çend deverên din yên ser bi Sîdekan û Balakatê bordiman kirin.

Birêveberê nahiyeya Qesirê Şaxewan Ebdulah ji Kurdistantvê re ragihand ku direngiya şeva din balefirên şer yên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna navendên gerîlayên pkkê bi tundî dedorê Dola Baleyan û sê gundên deverê kir.

Ebdulah diyar kir ku balefirên şer nava her sê gundên Mawnan, Rezvêke û Wesan bi tundî bordiman kirine, û di encam de zirarên gelek mezin yên madî bi xelkê wan her sê gundan ketiye.

Debistan, mizgeft û xaniyên welatiyan jî rastî zirarên gelek mezin hatine.

Herwiha elektirîka gundan hatiye piçrandin û xelkê deverê jî jiber berdewamiya bordimanan nikarin derkevtin û berê xwe bidin cêyên aram.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.