Erbil 38°C Thursday 20 Nov 09:40

Serokê herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê behsa têkiliyên Hewlêrê û Bexdayê kir

Serokkomarê Îraqê duhê êwarê hatiye Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Duhê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Berhem Salih kir.

Di civînê de ku desteya Serokayetiya Parlemena Kurdistanê, Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê de amade bûn, giftûgo di derbarê pirsên girîngên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî pirsên bûdçeya giştî ya sala bê ya Iraqê û maddeya (140) û dariştina yasayan û gef û metirsiyên teror û tundiyê kirin.

Di civînê de tekez li ser girîngiya parastina yekrêziya aliyên Kurdistaniyan li Iraq û hêzên Iraqiyan û karê pêkveyî û yekdengiya li ser pirsên çarenûssazan û pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.