Hêzên ewlekarî yên Îraqê belav kirin ku karîne di encama operasiyonekê de bo ser pêgehên terorîstên DIŞIê li parêzgeha Diyalayê, çend navend û pêgehên terorîstên DIŞIê ji nav bibin.
Li gor çapemeniya Îraqê, hêzên ewlekarî yên Îraqê li devera Mendeliyê ya ser bi parêzgeha Diyalayê operasiyonek lidar xistine û di encama operasiyonê de çend terorîst hatine kuştin û 5 terorîstên din jî hatin girtin.
Herwiha çend navendên terorîstan jî bi temamî hatine jinavibirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin