Erbil 38°C Thursday 20 Nov 11:52

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê pabendê parastin û pêşvebirina aşitiyê ye

dibêje emê çanda bihevre jiyan û aştiyê bihêztir bikin
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe bo “Roja Aştiyê ya Cîhanê” dibêje Herêma Kurdistanê pabendê parastin û pêşvebirina aşitiyê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi helkefta 21ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek belav kir û têde pîrozbahî li li Hêzên Pêşmerge û kesên ku xwe ji bo nehiştina tundûtujiyê kirine qurbanî kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar dike ku Herêma Kurdistanê li cîhan û navçeyê girêdayî parastin û pêşvebirina aşitiyê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku, Hêzên Pêşmerge di şerê terorê de gelek qurbanî dane ji bona parastina aşitî û şikandina tundrewiyê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.