Husî: Eger Siûdiye bersif nede vê êrîşên me zêdetir bibin

dibêje lazime êrîş werin rawestandin
کوردستان TV
100%

Çekdarên Husî diyar kirin ku eger Siûdiye bersifa daxwaza wan ya bo rawestandina êrîşên xwe bo ser Husiyan nede û êrîşên xwe ranewestîne, vê demê vê çekdarên Husî jî êrîşên xwe yên bo ser Siûdiyeyê zêdetir bikin.

Duhê bi minasebeta 5mîn salvegera kontrol kirina bajarê Sena ji aliyê Husiyan ve, bi hezaran alîgirên Husiyan xwepêşandan kirin û di xwepêşandanê de rayedarên Husiyan Elî Husî diyar kir ku me pêşniyarek pêşkêşî Siûdiye kiriye bo rawestandina êrîşên xwe, eger Siûdiye bersifa daxwaza me nede vê demê êrîşên me bo ser Siûdiyeyê vê zêdetir bibin.

Weke tê zanîn di êrîşa herî dawî de du rafîneyên petrolê yên Siûdiyeyê hatibûn hedefkirin û zirarên mezin ber wan ketibûn.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.