Her yek ji Franse, Almanya û Brîtanya eşkere kirin ku berpirsê serekî yê êrîşên ser rafîneyên petrolê yên kompaniya Aramco ya Siûdî, Îrane.
Beriya niha wezîrê derve yê Siûdiyeyê diyar kiribû ku cêyê teqandina mûşekan tesbît kirine û mûşek li Îranê hatine teqandin.
Pişt re jî wezareta berevanî ya Amerîkayê encamên lêkolînên xwe li ser êrîşan eşkere kir û ragihand ku êrîş ji Îranê ve hatine kirin.
Duhê jî her yek ji Brîtanya, Almanya û Frnase eşkere kirin ku berpirsiyarê serekî yê wan êrîşan Îrane.
Herwiha duhê Serokwezîrê Brîtanyayê jî diyar kiribû ku li gel Amerîkayê xudan yek siyasete li hember Îranê û piştîvaniya pêngavên Amerîkayê yên li hember Îranê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin