Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke hevpeymaniya cîhanî civiya û li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;
Îro 25ê Îlonê me pêşwaziya şandeke hêzên hevpeymaniya cîhanî ya bi Serokatiya Fermandarê operasiyonên hevbeş ya hêzên hevpeymanî li Îraq û Sûriyeyê ya bo aramiyê, General Gerald Strickland kir.
Di civînê de me tekez li ser girîngiya domandina hevkariyên hevpeymaniya cîhanî yên bo hêzên pêşmerge bi taybetî di warê perwerdehî de kir û balkêşande ser vê yekê ku fakterên ku bûne serdema serhildana DIŞIê hîn jî mane û DIŞI hîn jî metirsiyeke mezine bo ser ewlekariya deverê ye.
Di beşeke din ji civînê de General Gerald Strickland jiber hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî ya bo rûbirû bûna DIŞI, spasiya hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin