Li gor jêderên nûçeyan ji Efrînê, cîhadiyên Tirkiyeyê yên li bajarê Efrînê dîsa bihev ketine û di encama pevçûna navbera du komên cîhadî de herî kêm 4 terorîstên cîhadî hatine kuştin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku pevçûn duhê di navbera her du komên cîhadî yên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê Cebhet elislam û ceyiş elislam de der ketiye û di encama pevçûnê de ji her du koman 4 terorîstên cîhadî hatine kuştin.
Hêjayê gotinê ye ku ev sêyemîn care li Efrînê di navbera cîhadiyên Tirkiyeyê de şer diqewme.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin