Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel parlementerên firaksiyona partiya demorkata Kurdistanê li parlementoya herêma Kurdistanê civiya.
Di vê civînê de Serok Barzanî spas û destxweşiyê li erk û keda endamên firaksiyonaî PDK li xula çarema Parlemenê kir û tekez li wê yekê kir ku firaksiyona PDK li xula pêşûya Parlemen li rewşeke hestiyar û dijwara siyasî da karê xwe bi başî encamdaye û keda wan cihê pêzanînêye.
Her di vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste ser proseya siyasiya Kurdistanê û daxwaza Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo hengavên berev Kurdistanekî bihêz şîrove kir.
Di beşekî dinê vê civînê da Serok Barzanî nêrîna xwe ya li ser giftûgo û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo amadebûyan eşkere kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin