Erbil 38°C Thursday 20 Nov 15:04

Serok Barzanî li gel Balyozê Yûnanê civiya

Yûnan û Kurdistanê têkiliyên xwe bihêztir dikin
کوردستان TV
100%

Îro Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yûnanê yê li Îraqê Leonidas Kontovounesios, kir.

Di civînê de ku Konsulusê Yûnanê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû Balyozê Yûnanê rêzdariya xwe ya li hember xebata dûr û dirêj û rola siyasî ya Serok Barzanî li ser asta Îraq, dever û cîhanê bi taybetî jî di şerê dijî DIŞIê de diyar kir û rola hêzên pêşmerge bo têk birina terorîstên DIŞIê jî bi girîng wesif kir.

Nav hatî ecîbmayî bûna xwe ya li hember siyasetên Serok Barzanî yên hember qirîz û rewşên dijwar diyar kir.

Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di prosesa siyasî ya Îraqê de û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybetî rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin.

Di beşeke  din ya civînê de behsa rewşa ewlatiyên Kurd yên li Yûnanê û têkiliyên navbera gelê Kurdistanê û Yûnanê hate kirin û her du alî tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiyên du alî kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.