Serokwezîrê Kurdistanê û Konsulusê Çînê yê li Hewlêrê civiyan û Serokwezîrê Kurdistanê derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro yekşem 29ê Îlonê me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Çîn yê li Hewlêrê Ni-Ruchi kir.
Di civînê de me behsa berfiretir kirina têkiliyên navbera Çîn û herêma Kurdistanê kir û jiber girîngîdana Çînê bi bihêtir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê me spasiya Çînê kir.
Ji aliyê xwe ve Ni-Ruchi behsa vê yekê kir ku welatê vî hana kompaniyên Çînî dide daku li herêma Kurdistanê de dest bi kar bikin.
Ni-Ruchi di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku di demeke nêz de vê beşê zimanê Çînî li zanîngeha Selahedînê were vekirin û beşê zimanê Kurdî jî li zanîngeha Beijingê tê vekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin