Erbil 38°C Thursday 20 Nov 15:08

Mesrûr Barzanî 13mîn pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê vekir

300 kompanî têde beşdarin
سه‌رۆك وه‌زیرانی هه‌رێمی كوردستان
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê 13mîn pêşengeha pîşezasî ya navnetewî bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî hate vekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasima vekirina sêzdehemîn pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û anî ziman ku em dixwazin abûriya Kurdistanê di hemû waran de pêş bixin daku dahat û abûriya Kurdistanê bi tenê li ser petorlê nebe.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê asankariyên gelek zêde bo bazirgan, pîşesaz û kompaniyên biyanî yên ku dixwazin li Kurdistanê de kar bikin dike.

Îsal 300 kompanya ji 22 welatên cuda beşdariyê di pêşangehê de dikin û heyama 4 rojan jî berdewam dibe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.